Li qûntarên Çiyayê Cûdî yekîneyên kontra

Li qûntarên Çiyayê Cûdî yekîneyên kontra

Li neqeba Qesrik a Şirnexê, yekîneyên kontra yên ji 10 kesan pêk tên û navê 'Tîma Xencer' li xwe kirine, kincên gerîlayan li xwe dikin û li qûntarên Çiyayê Cûdî digerin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di nava vana de berbaz û çawişên pispor, îtîrafkar û cerdevan jî hene. Tîma Xencer ev sê roj in bi kincên gerîlayan ve li qûntarên Çiyayê Cûdî digere. Hat diyarkirin ku li gundên Şax Hevlerê ên hatine valakirin kemîn dideynin.