Leşker û polîsan serê sibê bi ser mala xebatakarê Şaredariya Qoserê Ramazan Boztaş de girtin. Hate hînbûn ku Boztaş binçavkirin.
Polîs û leşkerên tîmên taybet serê sibê bi ser gundê Carê Dêrê yê Qosera Mêrdînê de girtin. Hate diyarkirin ku li malê lêgerîneke dijwar hate kirin piştî wêrankirina malê Ramazan Boztaş hate binçavkirin.
Hate zanîn ku Boztaş ji ber ku di klîba Amarayê de kesek dişibe wî hatiye binçavkirin. Hat zanîn ku Boztaş birin Midûriyeta Polîsan a Qosêrê .