Li Qoserê pevçûna çekdarî: 13 birîndar

Li Qoserê pevçûna çekdarî: 13 birîndar

Hate ragihandin ku, li navçeya Qoser ya Mêrdînê di pevçûna navbera du malbatan de çek jî hatin bikaranîn û 13 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, nîqaşa ku sedema wê nehate zanîn di navbera malbatên Ozmen û Akgul de derket, demek kurt vegerî pevçûna bikevir, dar û çekê.

Di bûyerê de Metîn, Serdar, Mahmût, Sedat, Îlhan, Mûstafa, Muhyedîn û Erdal Ozmen; Mehmet Ata, Mehmet Alî, Dogan, Eyûp û Îsmet Akgul birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa birîndaran ne xetere.