Polîsên AKP’ê di 26’ê Kanûnê de di ser malên gund û navçeya Qoserê ya Mêrdînê de girtibûn û ji 10 kesên hatibûn binçavkirin 9 kes hatin girtin.
Ferhat Turgay, Remezan Bozdemîr, Resûl Bûlût, Huseyîn Arsû, Kemal Aslan, Sînan Bogûrcû, Eyup Arsû, Egîd Gezer, Hasan Arsû û Şukrî Damar ku di operasyona polîsan ya li ser gund û navçeya Qoserê de hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Qoserê.
Ji 10 kesên ku bi îdîaya “li hember polîsan berxwedane” sewqî dadgehê kirin Ferhat Tûrgay serbest hate berdan, 9’ên din bi heman hincetê hatin girtin û Şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
Bi sedan kesên li ber Edliyeya Qoserê radiwestin, girtina 9 kesan bi tîlîlî û çepikan protesto kirin.