Li navçeya Dêrxas ya Mûşê hate îdîakirin ku, ciwanê 20 salî Uysal Dogan yê leşker xwekuştiye.
Li aliyekê nîqaşên li ser mirinên bigûman yên li Qişlayan zêde dibin didomin, mirina bigûman ya leşkerekî din ji Mûşê hat. Li gorî agahiyên ku hatine girtin, leşkerê 20 salî Uysal Dogan li Fermandariya Cendirmeyan ya li gundê Gokyazi ya girêdayî navçeya Dêrxasa Mûşê bi çekê kuştî hate dîtin. Rayedaran îdîakir ku, Dogan biçeka xwe xwekuştiye. Cenazeyê Dogan yê ji şêniya navçeya Ereglî ya Konyayê piştî hûrkolîna şandin Saziya Tiba Edlî Xarpêtê.