Hat ragihandin ku li navçeya Qilaban a Şirnexê teqînek pêk hat. Di encama teqînê de 2 cerdevanên ji gundê Arûşê birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî hate diyarkirin ku li gundê Aruşê yê navçeya Qilebana Şirnexê dema maşîneya leşkerî derbas dibû teqîn pêk hat. Di teqînê de 2 cerdevan birîndar bûn.
Hate tazîn ku teqîn saet di 17.00'an de pêk hat û cerdevanên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê. Li herêmê piştî teqînê operasyon hate destpêkirin.