Li Qilabanê teqîn: 1 mirî, 3 birîndar

Li Qilabanê teqîn: 1 mirî, 3 birîndar

Li bejahiya Bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilaban a Şirnexê teqîn pêk hat. Di teqînê de welatiyê darvanî dikir Nizar Babat ê 22 salî jiyana xwe ji dest da û 3 kesên din birîndar bûn.

Li bejahiya Bajaroka Sêgirtê welatiyên ku li Çiyayê Sirgê êzîng kom dikirin bombeya leşkerên ku derketibûn operasyonê bi destê wan de teqîya. Di teqîna bombeyê de welatiyê 22 salî Nizar Babat jiyana xwe ji dest da û 3 kesên din birîndar bûn. Hate zanîn ku cenazeyê Nizar Babat û û 3 kesên birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.