Li Qilabanê çalakiya gerîlayan

Li Qilabanê çalakiya gerîlayan

Gerîlayên HPG’ê li navçeya Qilaban a Şirnexê li dijî baregeha leşkerî ya Meymûnê çalakiyek li dar xistin.

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê derbarê çalakiyê de ev agahî da: “Di 12'ê kanunê de di saet 14.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li nêzî baregeha leşkerî ya Meymun ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çeperên hatine hedef girtin bi awayeke bandor hatiye lêdan, hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve nehatiye zelalkirin.”