Li Qilabanê 3 leşker hatin kuştin

Li Qilabanê 3 leşker hatin kuştin

HPG’ê ragihand ku di encama çalakiya gerîlayan a li navçeya Qilaban a Şirenxê de 3 leşker hatin kuştin û gerîlayan li Bedlîsê agir berdan 10 TIR’an.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan derbarê çalakiyên gerîlayan ên li Bakûrê Kurdistanê û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî da.

LI QILABANÊ ÇALAKÎ: 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ya li navçeya Qilabana Şirnexê de jî ev agahî da, “Di 5'ê Îlonê de di saet 16.30'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî baregeha leşkerî ya Meymûn ê li ser xeta sînore li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên xwestiye li vê herêmê operasyonê lidarbixîne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerê dijmin hatine kuştin.”

LI DIJÎ ŞANTIYEYÊ ÇALAKÎ

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê aşkere kir ku di 3'ê Îlonê de di saet 14.30'an de li zozanên Fenk ên Osmaniyeyê li dijî şantiyeyeke bi artêşa “dagirker” a tirk re hevkariyê dike “ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hemû wesayitên li şantiyeyê ji aliyê gerîlayên me ve bi şewitandinê hatine rûxandin.”

10 TIR HATIN ŞEWITANDIN

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 5'ê îlonê de di navbera saet 18.45-19.45'an de riya Hevrmêş a di navbera Bedlîs û naçveya Hawêl a Sêrtê ji aliyê gerîlayan ve rê hatiye kontrolkirin û got; “Gerîlayên me yê nêzî 500 wesayitî rawestandine 10 tirên şîrketê bi dijmin re hevkariyê dikin û li Kurdistanê bê destûr bazirganiyê dikin bi şewitandinê hatiye rûxandin.”

LI ÎDÎRÊ ÇALAKÎ

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 5'ê îlonê de di saet 12.30'an de li Îdirê li nêzî qereqola Korxanê li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

LI OSMANIYEYÊ ÇALAKÎ

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê çalakiya li Osmaniyeyê girt ser xwe û got; “Di 3'ê Îlonê de di saet 14.30'an de li zozanên Fenk ên Osmaniyeyê li dijî şantiyeyekebi artêşa dagirker a tirk re hevkariyê dike ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hemû wesayitên li şantiyeyê ji aliyê gerîlayên me ve bi şewitandinê hatine rûxandin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Li Dersimê li dijî Çet, Sarısaltık, Kizilmezra û Girê Gozetleme yên bi ser navçeya Xozatê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi rengê kemîn vedanê operasyon hatiye lidarxistin.”

LI DIJÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ÊRÎŞ

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê êrîşên hewayî yên li ser Başûrê Kurdistanê de jî ev agahî da:Di 5'ê Îlonê de di navbera saet 23.00-24.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Qeladizê li dijî Gundê Sûredê, Silê û Girê Casûsê yê bi ser Qendîlê ve ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

Di 5 û 6'ê îlonê de him bi roj him bi şev li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Şeladizê li dijî herêma Çiyareş a bi ser Zapê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata daristanê ya li Gundê Spîndarokê, Girên Angola û Ferhat û Geliyê Şîvê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.”