Li Qilabanê 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan

Li Qilabanê 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Qilaban a Şirnexê di encama operasyona ji aliyê artêşa Tirk ve hat lidarxistin de pevçûnek qewimî. Di encama pevçûnê de du gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ji aliyê Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ve hat dayîn, di 27’ê Tebaxê saet di 20.00 de li navçeya Qilabana Şirnexê li ser xeta sînor pevçûnek di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk a ku derketibû operasyonê de qewimiî. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehat tesbîtkirin, di vê pevçûnê de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

Nasnameyên du gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

-Siyaveş Brûkîlîman, bi nasnavê Şervan Dara, li Makûyê ji dayîk bûye.

-Hogir Salih, bi nasnavê Harûn Gabar, li navçeya Amêdiye ya Dihokê ji dayîk bûye.