Li Qersê 10 kes hatin girtin
Ji kesên di operasyonên qirkirina siyasî de li Qersê hatin binçavkirin 10 kes hatin girtin.
Ji kesên di operasyonên qirkirina siyasî de li Qersê hatin binçavkirin 10 kes hatin girtin.
15 kesên roja 12'ê Cotmehê li gundên navçeyên Qaruşan û Selîm ên Qersê hatin binçavkirin, dexistin Edliya Qersê.
Ji binçavkiriyan 10 kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "alîkariya ji bo rêxistinê" hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Qersê.
Welatiyên bi navê Huseyîn Yildiz, Fahrettîn Akin, Seyat Dere, Fûat Dere û Olcay Ozturk bi şerê kontrola edlî hatin berdan.
Kesên hatine girtin ev in: Îzzet Aydin, Necatî Kiliç, Remzî Agar, Hayrettîn Polat, Kenan Aydin, Ustun Ozturk, endama Meclîsa Giştî ya Bajêr Rûhan Yildirim, Coşkûner Coşkûn, Kadîr Çelîk, Celal Çelîk.