Li Qereqola Harûna pevçûnek dijwar

Li Qereqola Harûna pevçûnek dijwar

Gerîlayên HPG’ê îro piştî danê nîvro bi çekên giran bi ser Qereqola Cendirmeyan a Harûna ya di navbera navçeyên Gever û Şemizînanê de girtin. Hat ragihandin ku pevçûn bi dawî bû û kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene.

Li gorî agahiyên xwecihî, gerîlayên HPG’ê îro piştî nîvro careke din avêtin ser Qereqola Harûna ya ku di 7’ê Tebaxê de jî li rastî serdegirtina gerîlayan hatibû. Hat ragihandin ku gerîlayên HPG’ê di çalakiyê de çekên giran bi kar anîn. Piştî çalakiya gerîlayan pevçûn dest pê kir. Li gorî agahiyên pêşî gerîlayên HPG’ê li baregehên qereqolê xistin û pevçûna li herêmê demek dirêj berdewam kir.

Piştî çalakiya gerîlayan pevçûn dest pê kir. Li gorî agahiyên pêşî gerîlayên HPG’ê li baregehên qereqolê xistin di encamê de cerdevanê bi navê Abdulazîz Marmara mir, leşkerek jî birîndar bû.

Piştî pevçûnê rêya Gever-Şemizînanê li trafîkê hatin girtin, hat îdîakirin ji ber gerîlayan teqemenî li ser rê bi cih kirine, rê hatiye girtin.

Heta niha rayedarên Tirk der barê encamên pevçûnê de tu daxuyaniyek nedane.