Li Qeladizê di navbera gel û asayîşê de pevçûn: 9 birîndar
Li gundê Bedestûn ê bajaroka Qeladizê ya girêdayî Silêmaniyê gengeşiya ji ber erd a di navbera gel û axayan de veguherî pevçûnan.
Li gundê Bedestûn ê bajaroka Qeladizê ya girêdayî Silêmaniyê gengeşiya ji ber erd a di navbera gel û axayan de veguherî pevçûnan.
Ev sê roj in li bajaroka Qeladizê ya girêdayî Silêmaniyê ku ji ber erdan di navbera gel û axayan de gengeşî heye, hêzên asayîşê û polîsên girêdayî hikûmeta Başûrê Kurdistanê mudaxele kirin. Di navbera gelê ku nerazîbûn nîşanî mudaxeleyê dan û hêzên asayîşê de pevçûnan rû da. Di pevçûnan de 2 polîs û 7 gundî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku rewşa hin birîndaran giran e. Gundiyan rêya Qeladizê û Ranya li çûnûhatinê girtin. Rê hê nehatiye vekirin û aloziya li herêmê didome.
Gundiyan diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka erdan tiştên fermî kirine, lê tevî vê jî tê xwestin ku dest deynin ser erdê wan û alozî ji ber vê derketine. Çavkaniyên fermî têkildarî mijarê hê ti daxuyanî nedane.