Li Qamişloyê teqîn, birîndar hene

Li Qamişloyê teqîn, birîndar hene

Li Qamişloyê li herêma ku avahiyên îstîxbarat, leşkerî û polîsan ên rejîma Suriyeyê têde ne teqîn pêk hat. Piştî teqînê ji herêmê dengê çekan hat û li nava sûkê jî camên gelek dikanan şkestin. Hate zanîn birîndar hene.

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, li herêma ku avahiyên îstîxbarat, leşkerî û polîsan ên rejîma Suriyeyê têde ne teqîn pêk hat. Piştî teqîna ku li her aliyê bajêr hate bihîstin, dûman ji cihê leşkerî bilind bû. Piştî teqînê li herêmê dengê çekan hat.

Di encama bûyeran de li nava sûkê camên gelek dikanan şkestin. Piştî teqînê riya diçe Deriyê Sînor ê Nisêbînê, Riya Erasê (Suka Goşt) û hemû riyên diçin cihê leşkeriyê ji aliyê leşker û hêzên rejimê ve hatin girtin.

Di teqîna ku sedema wê nehat hînbûn de, hate gotin ku kesên birîndar hene.