Li Qamişloyê teqîn: 5 mirî 81 birîndar

Li Qamişloyê teqîn: 5 mirî 81 birîndar

Hate hînbûn ku teqîna li Qamişlo ya li herêma saziyên leşkerî pêk hatî, di encama teqandina bombeyekê de pêk hatiye. Di encama teqînê 4 ji wan leşker 5 kes mirin, 81 sivîl jî birîndar bûn.

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, li herêma ku avahiyên îstîxbarat, leşkerî û polîsan ên rejîma Suriyeyê têde ne teqînek mezin pêk hat. Piştî teqîna ku li her aliyê bajêr hate bihîstin, dûman ji cihê leşkerî bilind bû. Piştî teqînê li herêmê dengê çekan bilind bû. Di encama bûyeran de li nava sûkê camên gelek dikanan şikestin.

Her wiha riya diçe Deriyê Sînor ê Nisêbînê, Riya Erasê (Suka Goşt) û hemû riyên diçin cihê leşkeriyê ji aliyê leşker û hêzên rejimê ve hatin girtin. Li van kolanan leşker û polîs hatine bicihkirin.

Hate hînbûn ku teqîn dema ku servîsa rêwiyan li ber deriyê daketina herêma leşkerî rawestiya û rêwî peya bûne, pêk hatiye. Hate gotin ku piştî rêwî ji wesayîtê peya bûne, bombeyek ji dûr ve hatiye teqandin. Hate ragihandin ku di teqînê de 4 ji wan leşker 5 kes mirin. Li gorî agahiyên ji nexweşxaneyê Razî, Selam, Nur, Kelîmê û Wetanî 81 kes birîndar bûn. Hate gotin ji kesên ku jiyana xwe ji dest dane, yek welatiyê bi navê Ebbas Elî ye.