Li Qamişloyê teqîn

Li Qamişloyê teqîn

Li Qamişloyê duh di setên şevê de teqînek li taxa Westa rû da, di encamê de ziyan gihiştiye mal û dikanên derdorê .

Dod li gorî saeta herêmî, di 21.30 li taxa Weset ya Qamişlo teqînek rû da. Di encamê de kuştî û birîndar çênebûn lê ziyana aborî gihişte mal û dikanên şîniyên taxê yên nêzî ciyê teqînê bûn.

Welatiyê ji taxa Westa Hina Gorcîs yê xwediyê navenda firotinûkirîna xaniya ye, ji nûçegihanê ANF'ê re bûyer ragihad: ''Di saetên şevê de ez li nivîsgeha xwe bûm, min du kes li matorê siwar û rû girtî dîtin, kesekî mezin danîn cihê teqînê, piştî kêmî deqeyekê teqîn pêk hat û ziyan gihişte derdorê.'' Her wiha Gorcis da zanîn ku ji ber teqînê gelek cam û pencere şkestin.

Piştî teqînê bi çend deqeyan hêzên ewelekariya sivîl ''polîs'' a kurdan berê xwe dane cihê bûyerê û lêpirsîn dan destpêkirin.

Di seatên ku teqîn rû da dihate payin ku civîn di navbera nûnerên Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê û endamên Komîteya Lihevanîna Civakî ya taxa Wista were lidarxistin. Ji ber teqînê civîn paşve hate xistin.