Li bajarê Qamişlo, ji bo gerîlayên ku di dîrok û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên wan li cihên cuda spartine axê, “Goristana Şehîdan” tê çêkirin. Hemû lêçûnên goristanê ji aliyê gel ve tên pêşwazîkirin.
Li Rojavayê Kurdistanê ku bi salan rejîma Baasê zulm û zorek gelek zêde li ser kurdan meşand û nehişt ku welatî miriyên xwe jî li cihê dixwazin veşêrin, piştî destpêkirina pêvajoya şoreşê, gel jî li hemberî cangoriyên xwe yên ku ev roj ji wan re afirandine peywîra xwe ya dawî bi cîh tînin. Li bajarê Qamişlo, ji bo gerîlayên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên wan li cihên cuda hatine definkirin, goristanek tê çêkirin. Goristan ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve li Taxa Meyselun tê çêkirin.
LI SER 15 HEZAR MERTRE TÊ ÇÊKIRIN
Goristana ku mehek beriya niha dest bi xebatên wê hatiye kirin, li ser erdekî 15 hezar metre mezin e, tê çêkirin. Erdê ku goristan li ser tê çêkirin jî, berê wekî erdê xezîneya dewletê dihat zanîn, lê niha di destê rêveberiya gel de ye. Saziya Malbatên Şehîdan jî, piştî ku bi rêveberiya Meclîsa Gel a Bajêr re hevdîtin pêk anîn, biryar daye ku li vir “Goristana Şehîdan” çêbike.
HEMÛ LÊÇÛNAN GEL PÊŞWAZÎ DIKE
Pêdiviyên goristanê yên wekî çîmento, demir, xîz (qum) û hwd. bi alîkariya gel hatine stendin. Kesên ku di çêkirina goristanê de kar dikin jî, bi dildarî dixebitin. Her wiha ji Komîteya Karkeran a girêdayî Meclîsa Bajêr jî her roj 2-3 kes tevlî xebata çêkirina goristanê dibin.
MALA ŞEHÎDAN JÎ TÊ ÇÊKIRIN
Li goristanê her wiha bi navê “Mala Şehîdan” avahiyek dê bê çêkirin. Di vî avahî de wêneyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane û li vê goristanê hatine definkirin, dê bêne daliqandin. Li vê malê her wiha ji bo malbat û welatiyên ku tên ziyaretê jî, dê cihê bêhvedanê hebe. Dîsa dê li goristanê mizgeftek û cihê destşoyê jî bê çêkirin.
Li goristana ku tê pilankirin heta mehek, mehek û nîvan bê temamkirin, cenazeyên 3 gerîlayan hatine definkirin. Cenazeyê yekemîn ê li vir hatiye definkirin jî, cenazeyê gerîlayê bi navê Delîl Saruxan ku di sala 2012’an de li Bakûrê Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû ye. Lewre jî navê goristanê wekî “Goristana Şehîd Delîl” hatiye diyarkirin.
Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan Nurî Ebabekir, sedema çêkirina goristanê bi var gotinan anî ziman: “Wekî Serok Apo gotiye, şehîd rûmeta me ne, em bi saya wan hatine roja îroyîn. Her wiha Serokatiyê gotibû ku divê goristana şehîdan bê çêkirin. Em jî niha peywîra xwe ya li hemberî Serokatî û şehîdan bicîh tînin. Em dixwazin şehîdên xwe li defin bikin da ku gel jî karibe ziyaret bikre.” Ebabekir, diyar kir ku ew bi hemû malbatên şehîdan re axivîne û ji bo anîna cenazeyan destûra wan girtiye. Ebabekir, got ku ew ê piştî çêkirina goristanê, di serî de şehidên 12’ê Adara sala 2004’an ên di komkujiya Qamişlo de ji aliyê rejîma Baasê ve hatine qetilkirin, cenazeyên hemû kesên ku ji sala 1982’yan û vir ve şehîd ketine yên ji Qamişlo li vê goristanê bispêrin axê.