Li Qamişloyê demsala kelandina dan e...

Li Qamişloyê demsala kelandina dan e...

Li Qamişloyê her demsal piştî rakirina werza genima, niştecihên bajarê dest bi Werza Kelandina Daniyan kir.

Li Qamişloyê, Kurdan piştî ku werza xwe ya genim rakirin, niha jî dest bi werza kenadina daniyan kirin. Danên têne kelandin di piştî ku li ber tavê hate zûhakirin, bi riya aşên genim ev dan dibe savar. Kenadina daniyan ji aliyê zarokên taxê ve ve weke şahiyekê hate pêşwazîkirin. Zarokên taxa Hilêliyê ya Qamişlo, her yekî ji wan zaroka lalîka wan di destê wan de û li benda kenadina dan in.

Piştî danî keliyan kevaniya malê ya ku dan dikelandin, ji zarokên li wir re lalîk dagiritin û li wana belav kir.