Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, li pişt dibistanek navîn bombeya deng teqîya.
Bûyer saet derdora 09.30’an de li pişt Dibistana Erebistan pêk hat. Hate hînbûn ku bombeya deng di çopa li pişt dibistanê hatiye bicîhkirin û teqandin. Di encama teqînê de tiştek li tu kesî nehat û zirara madî jî çênebû.