Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê barana dijwar kolan di bin avê de hiştin.
Ji ber barana ku di saetên nîvro de destpê kir û bi navber dom kir, gelek kolanan di bin avê de man. Her wiha welatiyên li ser riyan an jî bi karê xwe re mijul dibûn jî ketin zehmetiyê. Di hinek dikanên taxan de jî, ji ber baranê av bi dîwaran de hate xwarê.