Li bajarê Qamişlo di meşa înê ku bi slogana, “Herêmên Kurdan Xeta Sor e” hate lidarxistin de, 90 ciwanan diyar kir ku ew tevlî refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibin.
Li bajarên Rojavayê Kurdistanê meşên înê vê hefteyê bi slogana, “Herêmên Kurdan Xeta Sor e” hatin lidarxistin û bi deh hezaran kes beşdar bûn. Di meşan de sloganên ku dilsoziya bi YPG’ê re hatin berzkirin de, gelek ciwanan jî aşkera kir ku ew tevlî refên YPG’ê dibin.
Meşa li bajarê Qamişloyê ji ber Mizgefta Qasimo dest pê kir. Meşa ku pankart û dowîzên piştgiriya YPG’ê vedibêjin hatin vekirin, li Çarerêya Hilêliyê bi dawî bû. Piştî meşê, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger belavokek hate xwendin.
Di belavokê de hate diyarkirin ku li Rojavayê Kurdistanê cara yekemîn saziyek parastinê bi navê YPG’ê çêdibe û ev ji bo parastina rûmet û nirxên gel, gelekî girîng e. Di belavokê de hate gotin ku hêzên ku qenciya kurdan naxwazin li hemberî YPG’ê gelek êrîş pêk anîne û herî dawiyê jî li ser sînorê Dirbêsiyê endamê YPG’ê Hogir Erebo ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve hatiye qetilkirin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Tevgera Ciwanên Şoreşger, YPG’ê wekî hêza fermî ya parastina Rojavayê Kurdistanê dibînin û ev tişt hatin gotin: “Ev hêz ji keç û xortên herêmê pêk tê. Em jî wekî tevgera ciwanan em ê bisedan keç û xortên kurd li dijî her şehîdekê tevlî refên YPG’ê bibin. Em soz didin ku em ê çeka şehidan li erdê nehêlin û piştgiriyê bidin YPG’ê.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku 90 keç û xort di bin navê boluka “Şehîd Hogir” de tevlî YPG’ê dibin.
Piştî daxuyaniyê Koma Botan a Şanoyê lîstikek leşkerî pêşkêş kir.