Li Qabilcewzê çalakiya rûniştinê ya Mertalên Zindî
Mertalên Zindî yên li navçeya Êlih Qabilcewzê xwe gihandin herêma şer, ji ber zexta leşkeran a ji bo derketina ji herêmê, dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Mertalên Zindî yên li navçeya Êlih Qabilcewzê xwe gihandin herêma şer, ji ber zexta leşkeran a ji bo derketina ji herêmê, dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Li bejahiya Cevzike ya navçeya Êlih Qabilcewzê, ji ber operasyona leşkerên Tirk a danê sibehê dan destpêkirin û cerdevan jî destekê didin, di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkeran de şer derket û şer hînê dewam dike. Mertalên Zindî yên xwe gihandin cihekî nêzî cihê şer, rastî astengiya leşkeran hatin.
Mertalên Zindî yên gihîştin gundikê Belavê yê şer lê diqewime, ji aliyê leşker, tîmên taybet û cerdevan ve dora wan hatiye girtin. Leşker ji ber herêm weke "herêma ewlehiyê" hatiye îlankirin dixwazin Mertalên Zindî ji herêmê derbikevin. Mertalên Zindî yên naxwazin ji herêmê biçin dest bi çalakiya rûniştinê kirin û û xwestin demildest operasyon bê rawestandin.
Parlementera HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Dayikên Aştiyê û gelek kesên din jî ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin û destûr nedan biçin herêmê.
Şerê li herêmê dewam dike.