Berî 23 rojan agir bi dibistana xwendekarên keç a li gundê Şînawayê ji ber sersarîya rejîma Îranê ketibû û di encamê de 38 keç birîndar bibûn. Duh jî keçika bi navê Sarya Rasulzade li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest.
38 keçên ku di şewata dibistanê de birîndar bûn li nexweşxabeyên Urmiye û Tewrîz tên dermankirin Berî çend rojan keça bi navê Seyran Yegane ji ber şewata zêde jiyana xwe ji dest dabû. Duh jî keçek din a bi navê Sarya Rasûllzade ku li nexweşxaneya Sîne ya Tewrîzê dihat dermankirin jiyana xwe dest da.
Parlamenterê Meclîsa Îranê yê ji bajarê Pîranşarê yê bi navê Resûl Xizrî ragîhandibû ku metirsiya mirinê ya kêçên tên dermankirin nemaye. Dîsa wî bi xwe ragihand ku duh (28’ê berfanbarê) keça bi navê Sarya Resûlzade ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe dest daye.
Heman kesî berî jî ragihandibû ku komek doktor ji bajarê Taranê ji bo dermankirina zarokan hatine nexweşxaneya Tewrîzê û gotibû ku eger pêwîstî bi dermankirinek taybet hebe ewê zarokan veguhezin nexweşxaneyên din.
Li gor nûçeyeke ku li ser malpera Kurd Peyam hatiye belavkirin, keça bi navê Sarya ji ber şewata sîngê û kezebê piştî 23 rojan ku li newxeşxaneya Tewrêz dihat dermankirin jiyana xwe ji dest daye.
Ji 38 keçên ku di buyera şewatê de brîndar bûne, 2 ji wan jiyana xwe ji dest dane, 6 ji wan jî piştî tedawêyê çûne malên xwe.