Li Pilûrê yekîneyên kontra digerin

Li Pilûrê yekîneyên kontra digerin

Karkerên ji Amedê ku li gundê Çirpazin yê Pilûra Dêrsimê di înşatê de dixebitin diyar kirin ku, 3 şevin kesên cilê gêrîlayên HPG'ê li xwe dikin diçin cem wan û gefan li wan dixwin. Karkeran anîn ziman ku, koma kesên çekdar ku bendên komando li serê wan girêdayî ne, neheqiyên giran li wan dikin. Karkerê bi navê Mustafa Kiliç diyar kir ku, ewlehiya wan tuneye û dê serî li Dozgeriya Komarê ya Pilûrê bidin.

Komek kontrayên biçek ku li ser navê gêrîlayên HPG'ê tev digerin li gundê Çirpazin yê navçeya Pilûra Dêrsimê digerin û gefan li welatiyan dixwin. Karkerên ji Amedê ku li gundê Çirpazin yê Pilûra Dêrsimê di înşatê de dixebitin diyar kirin ku, 3 şevin kesên cilê gêrîlayên HPG'ê li xwe dikin diçin cem wan û gefan li wan dixwin. Karkerê bi navê Mustafa Kiliç anî ziman ku, 3 şevin koma ku ji 5-6 kesan pêk tê di demjimêr 23.00-01.00'ê şevê de tê gefan li wan dixwe û wiha got: "Cilên gêrîlayên HPG'ê li wanin. Rûyê wan vekiriye. Banda komando li serê wan girêdayî ye. Tîmên taybet ku bi ser înşatê de digirin gafan li me dixwin. Di ser înşata hevalên me de jî girtin û nasnameya wan pirsîn. Hevalên me diyar kirin ku, ji Amedê ne. Ji ber ku hevalên me ew nas nekirine, hevalên jî nasname ji wan pirsîn. Lê kesên çekdar gef li hevalên me xwarin û gotin 'Hûn kîne hûn nasnameyê ji me dipirsin" û gef li wan xwarin.

‘EM DÊ SALÊN 90’AN DUBARE BIKIN’

Kiliç da zanîn ku, komê gef li wan xwarin û diyar kirin ku ew çima BDP'ê diparêzin û wiha got: "Komê gefên 'Hêj hesabê me bi were xilas nebûye. Em dê dîsa bi were hevdîtin pêk bînin. Em dê dîsa salên 90'an dubare bikin' Çek li hevalê me kişandin. Ger ku gundiyan ev rewş nedîtiya dê li hevalên me bidana. Ewlehiya me tune. Em dê derbarê vê mijarê de serî li Dozgeriya Komarê ya Pilûrê bidin."