Li Payîzava û Qilabanê operasyona leşkerî

Li Payîzava û Qilabanê operasyona leşkerî

Artêşa Tirk li navçeya Payîzava ya Wanê û bejahiya navçeya Qilabana Şirnexê operasyona leşkerî da destpê kirin.

Li gundê Aksin û Askanê yên navçeya Payîzava ya Wanê, bi piştgiriya helîkopteran operasyona leşkerî hate detpe kirin. Operasyona ku bi tevlîbûna gelek leşker û tîmên taybet hate destpêkirin berdewam dike.

Li gorî agahiyên hatine girtin, artêşa Tirk li bejahiya navçeya Qilabana Şirnexê operasyon hate destpê kirin. operasyona ku li gundên Mêrgeh, Hewriş û Becuhê hate destpê kirin, hate hînbûn ku herêmên Meydan, Dara Hênê û Kêla Memê jî digire nava xwe.