Li Pasurê teqîn: Zarokek bi giranî birîndar bû

Li Pasurê teqîn: Zarokek bi giranî birîndar bû

Li navçeya Pasurê ya Amedê li nêzî qereqola leşkeriyê teqîn pêk hat û di teqînê de zarokê bi navê Cesîm Kocaaga yê 13 salî bi giranî birîndar bû.

Li gorî agahiyan, li gundê Xeşîka yê navçeya Pasurê yê Amedê şevê din dema ku zarokê bi navê Cesîm Kocaaga pez diçerand li nêzî qereqola leşkeriyê teqîn pêk hat. Di teqînê de Kocaaga bi giranî birîndar bû. Kocaaga rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Hate hînbûn ku talokeya jiyana Karaaga berdewam dike