Rejîma Îranê wekî gelek herêman, li Rojhilatê Kurdistanê jî di çarçoveya belavkirina madeyên hişber de siyasetek qirkirinê dimeşîne. Li gorî daneyên fermî yên polîsên Îranê, tenê li parêzgeha Sineyê ku weke serbajarê Rojhilatê Kurdistanê tê zanîn 21 hezar kes madeyên bi kar tînin. Her wiha, di warê xwekuştinê de li Îranê herêma kurdistanê rekor şkandiye. Bi taybet Sine, Îlam, Kirmanşan û Hemedan di rêzên yekemîn de ne. Li gorî hin lêkolînan, rêjeya xwekuştina heftane li Îranê 13 ye û ev rêje tenê li Îlamê 4 e.
Gelek mînakên berbiçav yên vê yekê ku hêzên rejîmê pê radibin tên dîtin. Tenê li gorî daneyên fermî yên polîsê têkoşîna li hember madeyên hişbir, li parêzgeha Sine 21 hezar kes ku bêhtirê wan ciwan in madeyên hişbir bi kar tînin.
Li gorî raporên polîs ku di çapemeniyê de cih girtine, tenê li parêzgeha Sine hejmara kesên madeyên narkotîkê, ango madeyên hişbir bi awatekî sîstematîk bikar tînin ji sedî 196 zêdetir bûye. Di raporê de her weha tê îdîakirin ku li parêzgeha Sine ku 21 hezar kes van madeyan bi kar tînin, sala 2012’ê hezar û 744 kesên wekî muhtedê madeyên hişbir hatine tesbîtkirin, haitne şandin bo navendên destjêberdana van madeyan..
Li gorî hin kesên di derbarê van navendan de agahdar, kesên li van cihan demekê dimînin, bi îşkenceyên giran re rû bi rû dimînin û gelek ji wan bi nexweşiyên psîkolojîk dikevin. Li gorî pisporên ku karesata bikaranîna madeyên hişbir li Îranê dişopînin, mafyayek girêdayî Spay Pasdaran (artêşa Îranê) bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê bi tor û komên taybet, madeyên hişbir di nav ciwanên kurd de belav dike.
Li gorî agahiyên civaknas, parêzvanên mafê mirovan û saziyên mafê mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê dane, li Îranê rêjeya xwekuştinê gihiştiye asteke metirsîdar. Bi taybet li çar bajarên Rojhilatê Kurdistanê Îlam, Kirmanşan, Sine û Hemedan di rêza yekem de ne. Li gorî hin daneyên van çavkaniyan li Îranê heftane 13 kes xwe dikujin, lê ev rêje li Îlamê heftane 4. Endama Koordînasyona KJB’ê Besê Şîmal diyar kir ku Miroveke xwe dikuje mîsoger e ku di nava bêhevitiyeke pirr kûr û bêçare de biryara dawî anîna li jiyana xwe dide.
Li gorî gotina Dr. Cafer Buelherî Serokê Enstûtiya Psîkolojiyê Beşa Sosyolojiyê ya Tehranê; li Îranê her sal 60 hezar kes dikeve nava hewldana xwekuştinê. Li gorî Sekretera Encûmena Beşa Psîkolojiyê Pervîz Muzahirî; li Îranê ji %25’ê civakê pirsgirêkên xwe yên psîkolojîk hene. Li gorî daxuyaniyên fermî yên tenduristiyê ya dewletê îsal li gorî salên berê li Îranê 9.4 qat xwekuştin, zêde bûye.
Her wiha tê gotin ku her hefte li Îranê 13 kes xwedikuje. Bi ya Dr. Huseyn Lacîwerd jî li Îranê li gorî mêran jin heşt qad zêdetir dikevin nava hewldana xwekuştinê. Xwekuştina jinan li Îranê ji sedî 4.5 ya mêran jî 2. 5 ye. Çar bajar rekora xwe kujiya jinan şkandiye Îlam, Kirmanşan, Sine û Hemedan in.
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ne tenê xwekuştina jinan, tund û tujî li hember jinan, fihûş, sîxe (fihûşa fermî bûyî), bikaranîna madeyên hişber, qetilkirina jinan, darvekirin û hê gellek mijarên din yên jêdera xwe ji zayendparêziya civakî digire, bi awayeke kûr têne hene.
Bi ya agahiyên Sadiq Rûstemiyê Serokê Rêxistina Tendûristiyê ya Eyaleta Îlamê ye di serî herêmên herî zêde xwekuştin lê rû didin de Îlam tê. Rûstemî di daxuyaniya xwe de anîbû ziman ku li herêma Îlamê û bi taybet jî li bajarê Eywanê êdî xwekuştin asta krîtîk jî bihûriye. Di daxuyaniya xwe ya dabû ajansa nûçeyan ya ISNA’yê de anîbû ziman ku li Eyaleta Îlamê di nava heftiyê de herî kêm çar kes xwe dikuje. Rûstemî her wiha tîne ziman ku rêjeya herî bilind yên xwekuştinan jî ji jinên ciwan yên zewicî pêk tên. Bi taybet yên temenê xwe ji 30 jêrdetir, xwe dikujin. Rûstemî, sedema van xwekuştinên li Îlamê rû didin jî weke ‘telaqdan û pirsgirêkên piştî wê tên’ dabû nîşandan.
Di dîrokeke cûdatir de jî Parlementerê Îlamê Daryuş Qabarî jî dabû xuyankirin ku di sala 2011’an de li Îlamê 2000 kes xwe kuştine. Sedema vê ya esasî jî weke bêkarî û pirsgirêkên ekonomîk dabû nîşandan.
Bêguman xwekuştin, li paytexta Îranê Tehran, Zencan, Gîlan, Turkmensahra, Lorestan û li gellek eyaletên din yên Îranê jî çêdibin. Lê, li Zencan û Gîlanê xwekuştina mêran zêdetir e ji ya jinan. Li Lorestan, Turkmensahra û Îlamê jî jinên ciwan yên zewicî zêdetir xwe dikujin. Lê, li seranserê Îranê de zêdetir ciwan (jin-mêr) dawî li jiyana xwe tînin.
Sedemên esasî jî pirsgirêkên nav malbatî, bêkarî û xizanî têne nîşandan. Li gorî lêkolînên hatine kirin zêdetir sedemên ku dihêle jin xwe bikûjin wiha ne; pirsgirêkên malbatî, hezkirina kêm, zewaca zû, ferqa temen ya dinavbera jin û mêr de, ne lihevkirinên dinavbera hevseran, zewaca bi çend jinan re, bê eleqetiya li hember karên malê, telaq, tabû û xizaniye. Li Îlamê %80 jinên xwe dikujin jinên ciwan in. Ji vana jî %18 ji ber derbaskirina depresyonê xwe kuştine. %14 ji ber bêbextiyên di mijara namûsa malê de û %8 jî ji ber xizaniyê ye.