Li Oge îşkence hat kirin û hat qetilkirin

Der barê êrîşa li Kanîreşê ya li hemberî wesayîta hilbijartinê ya HDP'ê de tê gotin ku Ajokar Hamdûllah Oge ji wesayîtê hatiye peyakirin, îşkence lê hatiye kirin, dûre gule lê hatiye reşandin.

Li ser êrîşa li gundê Qerehemze yê navçeya Çewlik Kanîreşê, ku wesayîta hilbijartinê ya HDP'ê hat gulereşandin agahiyên berfireh aşkera bûn. Tê gotin ku Ajokar Hamdûllah Oge ji wesayîtê hatiye peyakirin, îşkence lê hatiye kirin, dûre gule lê hatiye reşandin.

Li gundê Qerehemze yê navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê şevê din ajokarê wesayîta bangê ya HDP'ê Hamdûllah Oge, bi îşkenceyê hat qetilkirin. Hat diyarkirin ku dema wesayîta bangê ji Kanîreşê diçû gundê Qerehemze, Oge ji wesayîtê tê peyakirin, rastî îşkenceyê tê û bi guleyan tê qetilkirin. Balkêş e ku piştî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erodgan li Çewlikê mîtîng pêk anî ev bûyer pêk hat. 

Hat ragihandin ku danê êvarê Oge û komek endamên HDP'ê bi hev re ber bi gundê Qerehemze ve derketin rê. Li ser gundê Sermetaşê endamên HDP'ê ji wesayîtê daketin û Oge jî bi tenê çû gundê Qerehemze. Piştî 3 kîlometre şûnde wesayîta bangê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve rastî gulebarana çekan hat. Di gulebaranê de camên pêş ên wesayîtê şikestin û gelek gule li maşîneyê ketin. Lê balkêş e şopa xwînê di maşîneyê de nehat dîtin. Di bedena Oge de şikestin hat ditin. Hat diyarkirin ku Oge ji wesayîtê hatiye daxistin û piştî îşkenceyê bi guleyan hatiye qetilkirin. 

Cenazeyê Oge 50 metre dûrî wesayîtê di nava komek kevir de hat dîtin. Hat ditîn ku çeng û milê Oge hatiye şikandin û bi dehan gule li ser bedena wî hatiye reşandin. Şahidên cenaze diyar kirin ku gelek aliyên bedena Oge hatiye perçekirin û xuya dibe ku bi îşkenceyê hatiye kuştin. 

Endamên HDP'ê û welatiyên çûn cihê bûyerê bedena Oge ya bêruh xistin nava betaniyê û anîn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê. Dema cenaze anîn ber morgê gelek polîsên hêzên çevîk hatin li ber deriyê morgê rawestiyan. Welatiyan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan. Piştî dozger hat cenazeyê Oge ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê. 

Namzetên HDP'ê yên Çewlikê jî li gel Oge çûn Erzîromê. Piştî otopsî hat kirin wê dîsa cenaze bînin Navçeya Kanîreşê. 

Cenazeyê Oge piştî otopsiyê û merasîmê wê li gundê Qerehemze yê Kanîreşê bi girseyî bê definkirin.