Li Norwêcê kampanya "Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statu"

Li Norwêcê di bin navê "Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statu" kampanya hat destpêkirin.

Li Norwêcê di bin navê "Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statu" kampanya hat destpêkirin.

Kurdistaniyên li bajarê Norwêc Stavangerê dijîn, bi organîzeya Komeleya Çanda a Kurd a Mezopotamyayê kampanyayeke bi navê "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" dan destpêkirin.

Bi vê armancê li ber Pirtûkxaneya Gel a Stavangerê standa îmzeyan hat danîn û bi sedan Kurdistanî û Norwêciyan stand ziyaret kirin.

BANGA PIŞTGIRIYA JI BO GIRTIYAN

Di belavokên di çarçoveya kampanyayê hatin belavkirin de bal hat kişandin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê û banga li gelê li Ewropayê dijî hat kirin ku piştgiriyê bide girtiyan.