Li navçeya Norşîn ya Bedlîsê di 8’ê Çileyê de polîs û tîmên taybet di ser gelek malan de girtibû û 11 kes binçavkiribûn, ji vana 2 kes hatin girtin. 8’ê Çileya 2013’an di demjimêrên serê sibehê de gelek polîs û tîmên taybet di ser malên navçeya Norşîn û gundan de girtin. Di encama lêgerîna malan de Abdulmenaf Akkûrt, Zabît Kayar, Maşallah Akkûrt, Sûzan Yalçin, Yalçin Sirri, Çetîn Yalçin, Ûgûr Yalçin, Hamdî Mete, Fatîh Mete û Emrah Yavûz hatibûn binçavkirin.
Ji 11 kesên hatine binçavkirin Rêveberên BDP’a Navçeya Norşînê Abdulmenaf Akkûrt û Zabit Kartal ji aliyê 2’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê ve hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F ya Wanê.