Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê di serdegirtina malan de tevî rêveberên BDP'ê jî herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.
Yekîneyên polîs û tîmên taybet ên Tirk li navçeya Norşînê ya Bedlîsê li navenda navçeyê û gunda bi ser gelek malan de girt.
Piştî lêgerîna malan di nav de rêveberên BDP'ê jî hene nêzî 10 kes hatin binçavkirin. Navên kesên hatin binçavkirin ên tên zanîn wiha ne: Abdulmenaf Akkurt, Zabît Kayar, Maşallah Akkurt, Suzan Yalçin, Yalçin Sirri, Çetîn Yalçin, Ugur Yalçin, Hamdî Mete, Fatîh Mete û Emrah Yavuz.