Li navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê di ser gelek malan de girtin û 12 kes binçavkirin.
Li navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê polîsan di demjimêrên serê sibehê de di ser gelek malan de girtin. Operasyona ku di bin navê “KCK”ê de hate kirin, M.Şirîn Ûzûn, Diyar Akman, Serdal Tutal, Omer Mûtlû, Salih Bozkûrt, Mûrat Tarlak, Hadî Erçîk û 5 ciwanên din yên navê wan nehatin zanîn û temenê wan di navbera 18-25’an de hatin binçavkirin. Li aliyê din jî hate ragihandin ku, di dema serdegirtinê de, di ser mala ciwanê binavê Heqî Gulgen de girtine ji ber ku ew li mal nebûye bavê Gulgen Şukru Gulgen birine Midûriyeta Polîsan ya Nisêbînê.
Hate hînbûn ku, 12 kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan ya Mêrdînê. Malbatên ku di demjimêrên serê sibehê de di ser malên wan de girtîn ragihandin ku bêy ku bihêlin derî vekin, derî dan ber pênan û wisan ketin hundir, di dema serdegirtinê de ji bo cilên kesên di wêneyan de heyî bibînin mal serûbin kirin.
'HIKUMET BERÊ ZAROKÊN ME DIDE ÇIYA'
Dayîka Omer Mûtlû Şukran Mûtlû tiştên ku di dema serdegirtinê de jiyan kirine vegot û da diyarkirin ku, ji ber sedemek biçûk serdegirtinên wiha dikin. Mûtlû aşkera kir ku, “ Hikumet berê zarokên me dide çiya. Hikumet karê xwe nake, tenê zilmê li me dike. Anîne rewşek wisan ku, dê bibin sedem ku êdî em jî berê xwe bidin çiya.”
Weke din hate hînbûn ku, di dema serdegirtina malekê de cilên û pêlavên birayê kesek hatî binçavkirin bizorê xistine ber. Li rexmê cil û pêlav biçûk jî bûn li xwe kirin û piştre hate binçavkirin.