Li Nisêbînê di teqînekê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Nisêbînê, dema ku 2 kesan hesin didan hev teqînekê rû dan. Her du kesên ji ber teqînê bi giranî birîndar bûn, jiyana xwe ji dest dan.
Li Nisêbînê, dema ku 2 kesan hesin didan hev teqînekê rû dan. Her du kesên ji ber teqînê bi giranî birîndar bûn, jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, dema 2 kesan li pişt taxên bi têlan hatine pêçan di nava xirbeyan de hesin didan hev, teqînekê rû da.
Ji ber teqînê her Barak (14) û Hamît Çevî 23) bi giranî birîndar bûn û ew bi ambûlansê rakirin nexweşxaneya dewletê ya li navçeyê.
Yek ji birîndaran li nexweşxaneyê, yê din jî dema bi hewarî radikirin nexweşxaneyê di rê de jiyana xwe ji dest da.