Li Nisêbînê di navbera polîs û ciwanan de pevçûnê rû da

Li Nisêbînê di navbera polîs û ciwanan de pevçûnê rû da

Ciwanên ku dan diyarkirin Mehmet Şirîn Cebe ku tê gotin gêrîlayê HPG’ê ye ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hate înfaz kirin, çalakî pêkanîn. Piştî ku polîsan êrîşî ciwana kir pevçûn derket û pevçûn hêjan didomin.

Duh li navçeya Nisêbîn Mêrdînê piştî ku polîs û tîmên taybet êrîş birin ser malekê, pevçûnê rû da. Di pevçûnê de tê îdîakirin ku Mehmet Şirîn Cebe yê gêrîlayê HPG’ê jiyana xwe ji dest daye, esnafên Nisêbînê bi venekirina derabeyên xwe înfaz protesto kir. Li navçeya ku ji demjimêrên serê sibehê ve derabeyên xwe girtin, di demjimêrên nîvor de gelek ciwan derketin taxan û bend danîn.

Polîsên ku çûn taxên ciwan lê kombûyîn, di navbera ciwan û polîsan de pevçûna rû da. Pevçûn li ser rêya Sakarya, Bulvara Şirîn û Pira Alman didomin. Ciwan bi keviran bersiv didin bombeyên gazê yên polîsan. Polîs li taxan bê serûber bombeyên gazê di avêje taxan, her wiha gel jî bertekê nîşanî polîsan dide.