Li Nisêbînê arkujek birîndar bû
Li Nisêbînê ku şer lê giran e, ekîbek arkujan hewl dan şewata li xaniyekî vemirînê, lê belê hêzên rejîma Tirk gule li ekîbê reşandin. Ji ber vê êrîşê arkujê bi navê Haci Yilmaz birîndar bû.
Li Nisêbînê ku şer lê giran e, ekîbek arkujan hewl dan şewata li xaniyekî vemirînê, lê belê hêzên rejîma Tirk gule li ekîbê reşandin. Ji ber vê êrîşê arkujê bi navê Haci Yilmaz birîndar bû.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku polîtîkayên komkujiyê lê dewam dikin, bomberdûman didome.
Çeteyên qesrê di dema êrîşên xwe de malek li Kolana Çaxçaxê şewitandin.
Ekîbek ji arkujiyê çû vemirandina şewatê, lê belê hêzên dewleta Tirk gule lê reşand. Di encama êrîşê de arkujê bi navê Haci Yildiz birîndar bû.
Haci Yildiz ê bi 4 fîşekan birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Yildiz li beşa Servîsa Lezgîn tê tedawîkirin. Tê gotin, xeteriya jiyanî ya Yildiz nîne.