Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê polîsan bi ser malan de girt û jê 4 zarok 6 kes binçavkirin. Hate zanîn ku di serdegirtina de malbata nezanîn ku zarokên wan ji ber çi hatin binçavkirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê serê sibê polîsan di ser gelek malan de girt. Hate hînbûn ku, serdegirtin bi navê "operasyona KCK'ê" pêk hat. Piştî lêgerîna malan zarokên bi navê E.S.(14 ), H.A.(15 ), A.E.(14 ), A.A.(17 ), welatiyê bi navê Burhan Alçi û welatiyê navê wî nehate zanîn hatin binçavkirin.
Bavê E.S. Ridvan Sonmez diyar kir ku, di dema serdegirtinê mal tevlî hev kirin û polîsan çek dirêjî wan kir û wiha got: "Ji nişkava ketin mala me. Ji mirovan re jiyana taybet nahêlin. Bêyî agahiyê bidin ketin hundir û çek dirêjî me kirin."
Dayîka A.E Sacîde Erçîl jî diyar kir ku, kurê wê ji ber çi binçav dikin ji wê re negotin û wiha got: "Serê sibê di demjimêr 4'ê de bi ser mala me de girtin. Zarokê min hêj 14 salî ye. Me fêm nekir çibû. Ji me re ji ber çi binçav dikin negotin. Hêj em ji nav doşekan derneketin zarokê min ji nav doşekê girtin û birin. Ji bilî zulmê tu tiştên din ji me re nakin."
Hate zanîn ku, 6 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Mêrdînê.