Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê tîmên taybet bi ser malekê de girt û di navbera tîmên taybet û kesên di malê de pevçûn rû da. Li navenda navçeyê pevçûnên dijwar berdewam dike û hate zanîn ku jina ku di nav kolanê de rastî guleyan hat.
Li taxa Yenî Turan a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê tîmên taybet bi ser malekê de girt û di navbera tîmên taybet û kesên li malê de pevçûn derket.
Hate ragihandin ku jina ku li kolana Sakaryayê li ser tenurê rastî guleyan hat û li qada pevçûnê tê girtin. Kolana pevçûn lê qewimî ji aliyê tîmên taybet ve hate dorpêçkirin.
Hemû kolanên diçin ser kolana Sakaryayê ji aliyê polîsan ve hate girtin û tê gotin ku welatiyên diçin cihê bûyerê rastî mudaxeleya polîsan tên. Welatiyên nêzî qada pevçûnê kombûn sloganên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" diqîrin.