Li navenda navçeya Gevera Colemêrgê, kesê bi navê Eşref Arslan di êrîşek çekdarî dehate kuştin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, îro saet di 10.30 de li kolana Akasya ya Şeqama Cengîz Topel a Geverê, kesê bi navê Eşref Arslan (27) salî li rastî êrîşê hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Arslan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.