Li navçeya Elkê ya Şirnexê, pevçûnên piştî li dijî saziyên leşkerî û polîsan êrîşa çekdarî pêk hat û herî kêm 54 leşker, polîs û tîmên taybet hatin kuştin didome. Gerîlayan careke din li dijî gelek saziyên dewletê, êrîşa çekdarî pêk anî. Pevçûna li navenda Elkê dest pê kir, didome. Li dijî avahiya Midûriyeta Polîsan êrîşa bi roket pêk hat. Hate zanîn ku li avahiya midûriyeta polîsan teqîn pêk hat. Şer bi dijwarî didome.