Bi sedan kesên ku biboneya 34’mîn salvegera Komkujiya Gurgumê xwestin biçin Gurgumê û ji aliyê polîs û cendirmeyan li bajarokê Narliyê hatin astengkirin, cendirmeyan bibombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir. Hate ragihandin ku, gelek birîndar hene.
Girseya ku li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin xwestin kesên di Komkujiya Gurgumê de jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin, di ketina bajarokê Narli yê ser bi Pazarcixê de hatin asteng kirin. Li vir cendirmeyan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir, hate ragihandin ku, di êrîşê de gelek birîndar hene.
Girseya ku di demjimêrên sibehê de ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê birêketin û xwestin biçin Gurgumê, di ketina bajarokê Narliyê de hatin astengkirin. Girseya ku bi demjimêran rawestiyan dema ku bend nehatin rakirin, li otobanê dest bi çalakiyê kirin. Di dema çalakiyê de bê navber sloganên “Dê hesaba Gurgumê bêpirsîn”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “Dê doza me ji mehşerê re nemîne” avêtin.
Girseyê daxwazkir ku, bendan rakin dê heta Cemxaneya Narliyê biçin. Lê belê cendirmeyên ku bend nerakirin û bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir. Hate ragihandin ku, gelek kes ji ber gazê bandor bûn û gelek kesên ji serê xwe birîndar bûyîn jî hene.
Girseyê jî bi keviran bersivê dide cendirmeyan.