Li Mûşê zarokê 16 salî hate girtin

Li Mûşê zarokê 16 salî hate girtin

Li navçeya Milazgira Mûşê zarokê bi navê B.U yê beriya du hefteyan hatibû binçavkirin û serbest berdan, piştî îtîraza dozger careke din hate binçavkirin û girtin.

Li navçeya Milazgira Mûşê zarokê binavê B.U yê 16 salî hatibû binçavkirin, piştî li Dadgeha Cezayê Asliye ya Milazgirê îfade da, serbest hatibû berdan. Piştî du hefte derbazbûn li ser îtîraza Serdozgeriya Komarê ya Mûşê, B.U careke din di 21’ê Îlonê de hate binçavkirin.

Zarokê binavê B.U li Kopê ji aliyê polîsên Midûriyeta Polîsan ya navçeya Kopê ve hate binçavkirin, piştî karûbarên îfade danê derxistin dadgehê û bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.