Piştî pevçûna gêrîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa Tirk ya li bejahiya navçeya Dêrxas ya Mûşê, 4 kes hatin binçavkirin.
Duh li gundê Karakutuk yê girêdayî navçeya Dêrxasê di navbera leşkerên artêşa Tirk û gêrîlayên HPG’ê de pevçûnek dijwar rû dabû, çavkaniyên herêmî diyarkiribûn ku, di pevçûnê de yek jê astsûbay herî kêm 4 leşker hatine kuştin.
Di daxuyaniya Walîtiya Mûşê de hate ragihandin ku, li herêmê operasyon didome, 4 kes hatine binçavkirin. îdîakir ku, yek ji kesên hatine binçavkirin gêrîlayê HPG’ê ye.