Li Munchenê civîna gel a li ser hilbijartinê
Li bajarê Elmanya Munchenê, Platforma Demokratîk a Gelan û Komîsyona Hilbijartinê ya Munchenê, bi mijara hilbijartinên 7'ê Hezîranê civîneke gel lidar xistin.
Li bajarê Elmanya Munchenê, Platforma Demokratîk a Gelan û Komîsyona Hilbijartinê ya Munchenê, bi mijara hilbijartinên 7'ê Hezîranê civîneke gel lidar xistin.
Li bajarê Elmanya Munchenê, Platforma Demokratîk a Gelan û Komîsyona Hilbijartinê ya Munchenê, bi mijara hilbijartinên 7'ê Hezîranê civîneke gel lidar xistin. Şaredarê berê yê Sûrê û endamê Meclîsa Kirklarê Abdûllah Demîrbaş jî weke axaftvan beşdarî civînê bû.
Demîrbaş di civînê de hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê nirxand û anî ziman ku polîtîkayên yekparêziyê yên hikûmeta AKP'ê serî lê dide, gefê li pêşeroja cihêrengan dixwe. Demîrbaş bal kişand ser bal kişand ser girîngiya yekîtiya hêzê û anî ziman ku pêwîste destûreke bingehîn a sivîl û demokratîk ku her kesê vedihewîne nava xwe, were çêkirin.
Der heqê fen û hîleyên AKP'ê yên hilbijartinê de jî Demîrbaş banga hişyariyê kir û got, "Hem weke şexsî hem jî bi rêxistinî divê her kes bi daxwazeke mezin bixebitin." Demîrbaş ku di heman demê de beşdarî merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya Munchenê bû, behsa girîngiya piştevaniya navneteweyî kir û spasiyên xwe pêşkêşî DKP kir ku îro HDP bi tenê nehiştiye û piştgirî daye.
Ji rêveberên NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan jî got, "Pêwîste tevahiya gelê me ji bo demokrasî, aştî û edaletê dengê xwe bide HDP'ê."