Li navçeya Milazgirê ya Mûşê ji ber ku dê cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Huseyîn Ceylan (Mahîr Çayan) yê ku di pevçûna Şemzînanê de jiyana xwe ji dest da bê navçeyê, esnafan dikanên xwe nevekirin.
Esnafên navçeya Milazgirê ya Mûşê ji ber ku cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Huseyîn Ceylan (Mahîr Çayan) yê ku di 11'ê îlonê de li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da dê bê navçeyê dikanên xwe venekirin. Ji bilî firin û dermanfiroşan hemû dikan girtîne. Hate zanîn ku, duh malbatê li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê cenaze hate girtin û dê li navçeya Milazgirê ya Mûşê bê definkirin. Cenazeyê gêrîla Mahîr dê li gundê Tendurekê ya Milazgirê bê definkirin.