Hate ragihandin ku, di operasyona polîsên tîmên taybet û cendirmeyan li bejahiya Gundê Dogançayê ya girêdayî Mîdyata Mêrdînê dane destpêkirin de pevçûnê rû da.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, artêşa Tirk li bejahiya Gundê Dogançay ya ser bi navçeya Mîdyata Mêrdînê ve operasyonek berfireh da destpêkirin. Operasyona ku ji aliyê polîsên tîmên taybet û cendirmeyan hate destpêkirin, hate hînbûn ku, di navbera gêrîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de şer derketiye, her wiha operasyon didome.