Li navçeya Midyad a Mêrdînê di lûleya petrolê ya di navbera Kerkûk-Yûmûrtalikê de şewat derket.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di lûleya petrolê ya Kerkûk û Yûmûrtalikê ya ku di navbera bajarokên Sogutlu û Şenkoyê yên Midyadê der derbas dibe, şewat derket. Ji ber şewatê herikîna petrolê ji bo demekê hate rawestandin û xebatên vemirandinê hatin destpêkirin. Nehat zanîn ka heta niha agir hatiye vemirandin an na.
Gerîlayên HPG’ê di mehên havînê de gelek caran li dijî vê lûleya petrolê ya Kerkûk-Yûmûrtalikê çalakiyên sabotajê pêk anîn. Ji ber çalakiyên gerîlayan ziyanên mezin ên madî çêbûn û di her carekê de herikîna petrolê dihate rawestandin.