Ji bo gerîlayê HPG’ê Cebraîl Olmez (Dijwar Colemêrg) yê ku di 14'e Çile de, di bombebarana hewayi ya li Qendîlê tevi 6 hevalên xwe jiyana xwe dest da konê sersaxiyê hat vedan û mewlid hat xwendin.
Ji bo gerîlayê HPG Cebrail Olmez (Dijwar Colemerg) yê kû 14'e Çile de, di bombebarana hewayî ya li Qendîlê de li gel 6 hevalên xwe jiyana xwe dest da li taxa Kurdali konê sersaxiyê hat vedan.
Piştî konê sersaxiyê hat vedan YAKAY-DER' ê mewlûd da. Di mewlûdê de Endamên Meclisa Partî ya BDP'e Nihat Akdogan, Cemil Erden, Hevserokên BDP'a Mersin'e Halis Ernarici, Heybet Geçkin, Şaredariyê Akdenizê M.Fazıl Turk, rêvebirên BDP yê Bajêr û navçeyên wê, endam û nûnerên rêxistinên sivil û saziyan û bi sedan hemwelati beşdari mewlûdê bûn.
Piştî xwendina mewlûdê ji bo kesên ku di rêya demokrasi û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin hat girtin. Piştî rêzgirtinê Şarederê Akdenizê Fazıl Turk axaftinek kir. Turk destnişan kir ku iro ev tekoşin hatibe vê merhaleyê bi xêra kesên kû bi vê rê de jiyana xwe ji dest dane. Turk balkişand ser bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û wiha got: "Îro ji bo Kurdan rojeke ronî ye. Kurd gelek bextxweş e ku xwedî serokekî weke Serok Birêz Ocalan e. Ocalan Kurd anin vê merheleyê. Serokê Kurdan wê aşitiyê jî bine û wê mafê Kurda jî bi dest bixe. Em spasiyên xwe ji gel re dikin ku iro şehidên xwe xwedî derketine. Gelê Mêrsinê herdem çi bar ketibe ser milê wan pêk aniye û bi şehidên xwe û bi xwe xwedi derketiye. Gelê Kurd xwedi maf e. Serkeftin ya gelê Kurd e. Yê ku inkara gelê Kurd bike inkara Xwedê jî dike "
Birayê Cebrail, Ethem Olmez jî spasiyê xwe ji gel re kir û wiha got. "Gel li şehîdên xwe xwedî derket. Xwedîderketina şehîdan xwedîderketina doza gelê Kurde û xwedîderketina Rêberê Gelê Kurd Ocalan e. Gel jî şehidên xwe xwedî derket. Ez spasiyên xwe ji hemû ya re dikim."
Piştre bav û dayik Leyla Şaylemez ya ku li Parisê di komkujiyê de hatibû qetilkirin ji bo sersaxiyê hat konê ji bo Cebrail Olmez hatdibû danin. Dayika Leyla Şaylemez û dayika Cebrail, Zubeyde Olmez hev hembêz kirin. Dema ku her du dayikan hev hembêz kirin, her dû dayik û jinên konên sersexiyê jî bi hestiyar bûn. Dayika Cebrail Zubeyde Olmez jî got serê gelê Kurd sax be û wisa axivî: "Serê gelê Kurd sax be. Dijwar ne şehidê min tenê ye. Şehidê gelê Kurdiatanê ye. Şehidê gelê Kurd e".
Piştî axaftinê, xwarina mewlûdê hate belavkirin.