Li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê di serdagirtina malan de 6 zarok hatin binçavkirin.
Polîsan li taxa Mevlana ya navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê bi ser gelek malan de girt. Piştî lêgerîna malan 6 zarokên navên wan nehatin zanîn bi îdîaya "tevlî çalakiyên dijzagonî bûn" hatin binçavkirin. 6 zarok birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê.