Rejîma Îranê bi berdewamî hewl dide Rojhilatê Kurdistanê militarîze bike. Rejîma Îranê li bêhtirê gundên bajarê Merîwan dixwaze bi darê zorê gundiyan tevlî nav hêza paramiliter, hêza BESÎC bike.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, çekdar û sîxurên rejîma Îranê ku li nav gundên Merîwan ên wek Canewere, Berpiley Sarall, Gullçêr, Allyan û Sêdoll belav bûne, ji bo bibin mîlîsên BESÎC ên dewletê zextan li gundiyan dikin.
Hat zanîn ku her weha îdareya perwerdê ya rejîmê li bajarê Nodşe jî bi rêya hin mamosteyan xwestiye şagirdên keç û kur bibin BESÎCÎ.
Xwendekaran ragihand ku mamosteyan her weha ew tehdîd kirine ku eger ew nebin BESÎCÎ, ewê di îmtîhanên dawiya salê de bi ser nekevin.
Hêzên rejîma Îranê ku berî du rojan li navenda Merîwan jî hemû xetên elektrîk û Înternetê birrîbûn, niha jî, ji bo karibin kesên internetê bikartînin kontrol bikin, ferman dane hemû internetkafêyan ku kamerayan daynin bikin.
Hêzên paramilîter ên Besîc heta niha tevlî gelek tawanan bûne. Besîc li kolanan kezab diavêjin jinên ku kefiye li ser wan neyî û herwiha ev hêz ji bo gelek înfazan jî tên bikaranîn.
Besîc sala 1979 di dema şerê Îran-Iraqê de, ji ciwanên bi dildarî dixwestin beşdarî şer bibin ji aliyê Ayetullah Xameney ve hat damezrandin. Besîc niha ser bi Mihafizên Şoreşê yên Îranê ne û ji endamên wê re jî Besîcî tê gotin. Sala 2005 rayedaran gotibû ku 11 milyon kes endamê vê hêzê ne, lê çavkaniyên din jî dibêjin 4 milyon in