Hat ragihandin ku li gundê Dêjan ê navçeya Tewlawa ya bajarê Merîwanê, pasdarek rejîma Îranê hevsera xwe kuşt.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, pasdarê (leşkerên Îranê) rejîma Komara Îslamî ya Îranê Sadiq Şuru yê xwest bo cara duwemîn bizewice, li rastî nerazîbûna hevsera xwe ya bi navê Lalaw hat. Piştre pasdar Şuru hevsera xwe da ber kêran û ew qetil kir.
Li welatên bi makeqanûnên şerîatê tên birêvebirin, bi taybet zextên dijwar ên li hemberî jinan berdewam dikin, li gel vana pêkanînên nemirovane yên weke “remc” jî berdewam dikin.
Sibata borî, pêşnûçeyek qanûnê hate amadekirin û di pêşnûmeyê de hat diyarkirin ku dê li welat îdama cezayên recim û ne reşîd bêne rakirin, lê pêşnûme ji aliyê Serokkomar Mehmûd Emhedî Nejad ve hate redkirin û nekete beriyê.
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan diyar kirin ku di qanûna cezayê de pirsgirêkê hene û diyar kir ku ev yek rê li ber cezayên recm, qamçî, û amputasyon (jêvekirina organan) ên ku rûmeta mirovan dişkîne, vedike.